Di çarçoveya hewildanên başkirina rewşa elektirîkê, şopandina rewşa wê, îro şandeyek ji wezareta enerjiyê, serdana parêzgeha Hesekê kir.
Şandeya ku ji alîkarê wezîrê enerjiyê yê karûbarên elektrîkê endezyar Umer Şeqrûq, rêveberê giştî yê saziya veguhestin û belavkirina elektrîkê pêk dihat, bi parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û hejmarek ji berpirsên beşê elektrîkê re hevdîtin kirin.
Di civînê de rewşa dabînkirina elektrîkê li parêzgehê, astengiyên li pêş tora elektirîkê hatin gotûbêjkirin.
Bi taybetî kêmbûna hilberînê û xirabûna hin xetên veguhestin û belavkirinê.
Piştî hevdîtinê şandeyê serdana stasyonên guherîn û navendên belavkirinê kir.
Her wekî şandeyê pêşveçûna pêvajoya entegirisyonê û girîngiya hevrêziyê ya hevpar ji bo pêşvebirina vê sektorê jî gotûbêj kir.
DI NAVBER PARÊZGERÊ HESZEKÊ Û WEZARETA ÇANDINIYÊ CIVÎNEK RÊVE ÇÛ
Beriya wê jî, ji bo komîteya entegrasyonê li gorî rêziknameya ku di Wezareta Çandiniyê de hatî pejirandin, civînek pêk hat.
Civîn bi beşdariya Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û aliyên pêwendîdar bi rêve çû.
Li vê civînê jî tekezî li ser girîngiya hevrêziya hevpar û zêdekirina hewildanan ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê, hate kirin.



