Kurdên ku di serdema Baasê de, ji nasnameyê bê par hatin hiştin, dikarin nasnemeyê werbigirin.
Wezareta Navxweyî ya hikûmeta demkî ya Sûriyê ragihand ku êdî daxwazên bidestixistina nasnameya Sûriyê ji roja duşemê ve dest pê dike.
Wezaretê ragihand ku di çarçoveya biryara 13’an a taybet bi kurdan, dê roja 6’ê nîsanê pêvajoya pêşwazîkirina daxwazan dest pê bike.
Li gor wê, dê navend li Şam, Heleb, Hesekê, Reqa û Dêra Zorê bên vekirin.
Wezareta navxwe dibêje ku di pêvajoya yekem de, dê daxwaz werin qebûlkirin û li gor qanûnan belge werin kontrolkirin.
Wezareta hikûmeta demkî diyar dike ku armanca vê gavê temamkirina rêkarên bi destxistina nasnemeyê ye.
Berî niha jî çend têbînî derheqê biryarnameya 13’an de derketin ku gaveke girîng e, lê gerek di destûrê de were bicihkirin.



