Êrişên DYA û Îsraîlê li dijî Îranê dane destpêkirin di roja 34’an de didomin.
Donald Trump, diyar kir ku êriş dê çendek hefteyan bidome.
Trump, NATO şiband “pilingê ji kaxizê” û got :
Êdî ji asta fikirînê ya derketina ji NATO’yê derbas bûne.=
Îsraîl û DYA’yê di tevahiya şevê de noqteyên stratejîk ên leşkerî û aborî yên Îranê hedef girt.
Îranê paytexta Îsraîlê Tel Avîv û bajarê Hayfayê, baregehên DYA’yê yên li welatên Kendavê hedef girt.
Trump: Em dê Îranê vegerînin Serdema Kevirîn
Ji Trump jî gefa ‘vegerandina ‘serdema kevir’, ji Îranê jî gefa ‘êrişa hilweşîner’.
Serokê DYE’yê Donald Trump gefa bombardûmana giran xwar.
Donald Trump ragihand ku şiyana leşkerî ya Îranê heta radeyeke mezin nemaye.
Gef xwar ku em dê Îranê vegerînin “Serdema Kevirîn û got:
“Em dê di nav 2-3 hefteyên pêşiya me de derbeke pir tund li wan bixin.
Em dê wan vegerînin cihê ku lê ne, yanî Serdema Kevirîn.”
Bazara herêmî û global hejiya
Trump îdîa kir ku Washington gelekî nêzî hedefên xwe yên li Îranê ye.
Ev daxuyaniyên Trump bendewariyên li ser bidawîbûna şer a di demeke nêz de lawaz kir.
Ev bû sedem ku bazara herêmî û global biheje.
Îran: Li benda çalakiyên hîn berfireh û hilweşîner bin
Piştî gefa Trump artêşa Îranê ragihand ku wê li hemberî Washington êrişên hilweşîner pêk bîne.
Di daxuyaniyê de ku li televîzyona dewletê ya Îranê hate weşandin:
Bi baweriya ji Xwedayê mezin, ev şer wê heta biçûkxistina we, û teslîmiyeta we, wê dewam bike.”
Artêşa Îranê her wiha got, “Li benda çalakiyên hîn berfireh, hilweşîner bin.”
Tehran: Daxwazên DYA’yê maksîmalîst û îrasyonel e
Rêveberiya Îranê jî şertên DYE’yê yên ji bo bidawîkirina şer weke “maksîmalîst û îrrasyonel” pênase kir.
Tehranê her wiha îdîayên li ser meşandina muzakereyan ji bo agirbestê derewand.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji Îranê di nava şeş saetan de çar caran êrişên bi fuzeyan hate kirin.
Ev êriş hatin astengkirin. Li gorî nûçeyên medya Îsraîlê, di êrişan de çar kes bi sivikî birîndar bûn.
Li aliyê din Hîzbûllah a Lubnanê diyar kir ku bi roketan û droneyan êriş biriye ser bakurê Îsraîlê.
DYE’yê hişyarî da Bexdayê
Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê ya li Bexdayê jî hişyarî da.
Hişyarî da ku di nava 24 heta 48 saetan de dibe ku li navenda paytexta Iraqê êriş bê kirin.
Sefaretxaneyê bang li welatiyên Emerîkî yên li welêt kir ku Iraqê tavilê biterikînin.



