Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bêrêziya li hemberî Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Çelebiyê yê Kobanê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir.
Çend kesên nenas êriş biribû ser navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Çelebiyê yê bajarê Kobanê, texrîb kirin û bêrêzî li wêneyan şehîdan kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi armanca şermezarkirina bêrêziya li hemberî şehîdan daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Pakewangeha Şehîd Delîl Saroxan hate dayîn û ji aliyê endama meclisê Lîloz Xelîl ve bi zimanê kurdî û bi zimanê erebî ji aliyê rêveberê meclisê Ubeyd Etê ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo gelê me yê berxwedêr, ji bo wijdanê mirovahiyê, serkeftinên ku li ser axa me hatine bidestxistin, bê guman bi saya wê xwîna pak e ku di rêya azadî û rûmetê de hatiye rijandin. Wêneyên şehîdên me ne tenê kaxez an jî amûrên xemilandinê ne; ew sembolên zindî yên fedakariya gelekî ku serî netewandiye. Em bi tundî vê kiryara tirsonek û nemirovane ku saziya me ya li navçeya Çelebiyê ya Kobanê kir armanc şermezar dikin. Destên qirêj û yên ji nirxên mirovahî û exlaqî bêpar, wêneyên şehîdan qetandin û destdirêjî li pîroziyên gel kirin.”
Di daxuyahiyê de hate diyarkirin ku êriş van peyamên xeternak dide: “Armanckirina sembolan hewldaneke bêhêvî ye ji bo şikandina vîna malbatên şehîdan û têkbirina moralê civakê. Kesên ku destdirêjiyê li pîroziyên şehîdan dikin, tenê xizmeta planên tarî û dagirkeriyê dikin ku dixwazin nasnameya herêmê tune bikin. Armanca van kiryarên xerabkar derxistina fitneya navxweyî û têkbirina yekrêziya gel e.”
Di berdewamê de hate gotin: “Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan teqez dikin ku ev kiryar dê biryardariya me ya li ser şopa şehîdan xurttir bike. Wêneyên wan beriya ku li ser dîwaran bin, di dil û mejiyê me de hatine neqşandin. Tu hêz li ser rûyê erdê nikare pîroziya wan ji can û dilê me derxe.”
Di dawiya daxuyaniyê de meclisê ev bang li saziyên ewlehiyê û aliyên peywendîdar kir: “Lêpirsîneke lezgîn û demildest bidin destpêkirin da ku sûcdar werin aşkerakirin û radestî dadgehê werin kirin da ku cezayê xwe yê adil bistînin. Her wiha em bang li hemû saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelê me yê li Kobanê û Çelebiyê dikin ku li dijî van hewldanên qirêj bibin yek û nirxên şoreşê biparêzin.
Şanazî û nemirî ji bo şehîdên me yên qehreman. Şermezarî û rûreşî ji bo kesên ku destdirêjiyê li pîroziyên gel dikin.”



