Televîzyona Îranê daxuyand ku artêşê balafireke din a Amerîkayê li Xelîcê xistiye xwarê.
Rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê jî ev yek belav kir.
Eşkere kir ku du berpirsên Amerîkayê ragihandiye ku ew balafir ketiye nav avên Kendavê.
Wan berpirsan ji rojnameyê re gotiye ku balafir A-10 Warthog bûye.
Li gorî heman çavkaniyê, balafir li nêzîkî Tengava Hurmizê ketiye û pîlotê wê hatiye rizgarkirin.
Medyaya Îranê dîsa ragihandibû ku wan balafireke Amerîkayê xistiye xwarê.
Pişt re berpirsên Amerîkayê jî ketina wê balafirê piştrast kiribû.
Medyaya Amerîkayê jî ragihand ku yek ji endamên tîmê hatiye dîtin û rizgarkirin.



