Li Binarê Qendîlê Rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK’ê hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn were mezinkirin.
Hevseroka Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistafa peyama meclise xwend.
Tê de got, “4’ê Nîsanê ne tenê rojeke, lê ji bo gelekê bindest destpêka dîrokeke nû ye.
Rêber Apo felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ kir bingehê gerdûnê.”
Di pîrozbahiyê de, koma zarokan a Binarê Qendîlê bi çend stranên şoreşgerî beşdarî şahiyê bû.
Her wiha hunermenda netewî Şiwane Helşoyî jî bi pêşkêşkirina çend stranan coşeke mezintir da şahiyê.



