Karwanê duyemîn ê koçberên Efrîn ku ji 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrîn pêk tê, berê xwe dane cih û warê xwe.
Karwanê duyemîn ên koçberên Efrîn di çarçoveya lihevkirina 29`ê Çileyê ya di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo vegera Efrînê bi rê ket.
Ji saetên sibehê ve koçber li Çerxerêya Yûsif Gulo ya li bajarê Qamişlo kom bûn û ji wir bi rê ketin.
Li gorî agahiyên ku Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê dane me karwan ji 200 malbatan, 80 serebeyên gel ên taybet, 48 seyarên ku barê miletê hilgirtine û 14 basan, pêk tê.
Koçberên ku berê xwe dane cih û warên xwe ji navçeya Raco û navenda bajarê Efrîn in.
Bi karwanê re rêxistina ku bi navê ” El-Xiwez El-Bedaa” tê naskirin hebû.
Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekarya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl li ser hesabê xwe yê X`ê bi postekê vegera karwanê duyemîn eşkere kir. Xelîl da zanîn ku dê karwan li ser rêya M4 bighêje Efrîn.
Karwanê yekemîn ê ku ji 400 malbatan pêk dihat, 9`ê Adarê vegeriybûn Efrîn.



