Meclisa Wêjeyê bi boneya Rojbûna Rêber Apo, pêşangeha pirtûkan û şevbuhêrka helbestan, li dar xist.
Çalakî li pirtûkxaneya Şilêr ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Çalakî bi çandina daran dest pê kir, piştre şêwirmendê Meclisa Wêjeyê, Ceger Efrîn axivî.
Ceger Efrîn diyar kir ku divê raman û felsefeya Ocalan bi berfirehtir were belavkirin.
Her wiha têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî were domandin.
Piştre şevbêrka helbestan hat lidarxistin
Di şevbêrkê de helbestvanan helbest xwendin.



