Rêxistina Unicef’ê got ku hîna zarokên li Sûriyê ji ber bermahiyên şer di xeteriya mirinê de ne.
Her wekî daxwaz kir ku zarokên Sûriyê werin parastin.
Unicefê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevî kriyarên dijminane li Sûriyê kêm bûne jî, lê xeteriya li ser jiyana zarokan berdewam e û bermahiyên şer her rojê gefê li wan dixwin.
Her wekî destnîşan kir ku metirsiyên veşartî dawî li jiyana zarokan tînin û bi birîndariyê jî rêya jiyana wan diguherin.
Bi gotina Unicefê, ji kanûna 2024’an ve, 698 kes hatine kuştin û hezar û 193 jî birîndar bûne.
Unicefê eşkere kir ku derdora 5 milyon zarok di herêmên mayînan û bermahiyên şer de dijîn û hevdemî vegera malbatan ji malên xwe re, xeterî zêde dibe.



