Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 18’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal bi boneya rojbûna Rêberê Apo tê lidarxistin, di roja sêyem de bi pîrozbahiya girseyî berdewam e.
Bi beşdariya xwendekar û gelê wargehê pîrozbahî pêk hat.Xwendevanan daxwaza azadîya fizîkî ya Rêber Apo kirin û bi coşek mezin 4’ê Nîsan pîroz kirin.
Her wekî bi boneya 4’ê Nîsanê, li ser navê Şehîd Ebuzêd Dêrhînî ku di 29’ê Tebaxa 2022’yan de di êrişa dewleta Tirk a li ser wargehê de şehîd bibû, parkek hat çêkirin û darên zeytûnan lê hatin çandin.
Bi berdewamiya çalekiyan li ser navê Şehîd Ebuzêd dêrhînî baxçeyek hat çêkirin
Di kesayeta tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de deqeyek rêz hat girtin.Cûma Bilehî, 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, dayîkên şehîdan û giştî gelê Kurd yê welatparêz pîroz kir û got.û li ser navê Malbata Şehîd EbuzêdDêrhînî, hevjîna wî Pakîze Bilehî jî axivî û got: li ser navê malbatê di serî de xêrhatina gel kir û 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, şehîdan, gerîlayê çiyan pîroz kir .



