Şerê Îsraîl û Hizbullahê li seranserî Libnanê dewam dike.
Hizbullah ragihand ku wan li peravên Libnanê bi mûşekan keştiyeke leşkerî ya Îsraîlê kirine armanc.
Hizbullah li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyand ku di saetên şevê de li başûrê Libnanê û bakurê Îsraîlê li dijî hedefên hêzên Îsraîlê êriş pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin leşkerên Îsraîlê amadekarî dikirin da ku êrişî Libnanê bikin.
Li hember vê yekê bi mûşekên krûz êrişî wan kirin e.
Artêşa Îsraîlê li beyrûdê êrişa hewayî pêk anî: 4 kes mirin
Li gel vê yekê artêşa Îsraîlê li herêma Dahiyê ya başûrê Beyrûdê êrişa hewayî pêk anî.
Li gor agahiyên destpêkê 4 kes mirin, 39 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokên girêdayî Sûrê êrişên hewayî pêk hatin: 3 kes mirin
Balafirên şer ên Îsraîlê herêma Dahiyê ji saetên nîvro heya êvarê 7 êrişên hewayî pêk anîn.
Wek agahiyên dawî jî artêşa Îsraîlê bajarokên girêdayî Sûrê ya başûrê Lubnanê êrişa hewayî pêk anî, di encamê de 3 kes mirin.
Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê: Ji 2’yê Adarê ve li Lubnanê hezar û 422 kes mirin
Her wiha rojane Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê bîlançoya windahiyan radigîhîne.
Li gor bîlançoya dawî Wezaretê got heya niha hezar û 422 kes hatine kuştin.
Hikumeta Libnanê jî ragihand ku kesên ji cih û warên xwe bûne mîlyonek 162 kesan derbas kiriye.


