Duh nêzîkî 10 caran êrişî Hewlêr û sînorê Koye hate kirin.
Hate ragihandin ku di êrişan de ziyanên madî pêk hatine.
Li gorî Nûçegihanê Rojnewsê, duh ji saetên êvarî ve 5 car bi dronan êrişî Hewlêr hatiye kirin û piranî ji aliyê sîstema parastinê ve hatine tinekirin.
Li aliyê din hate ragihandin ku 3 caran êrişî kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koye hatiye kirin.
Di êrişan de ziyanên canî nebûne.
Li gorî daneyan ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê heta niha 650 car bi mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Heta niha di êrişan de 14 kes şehîd û 93 kes jî birîndar bûne.



