Hêzên Îranê xwepêşanderek din jî bi hêceta ‘hewldana êrişkirina ser saziyek leşkerî’ bidarvekir.
Li gorî medya Îranê, welatiyê bi navê Elî Fehîmî (26) duh hatiye darvekirin.
Çavkaniyê ragihand ku Elî di dema xwepêşandanên meha Kanûnê de, ji ber ku çûbû nava depoyek çekan de, hatibû cezakirin.
Hêjayî gotinê ye duh jî du xwepêşanderên vê dawiyê ên bi navê Mihemed Emîn û Şahîn Wehîd Persit hatibûn darvekirin.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî derbarê mijarê de peyamek belav kir û got:
Tê pêşbînîkirin di rojên bê de kesek din ku têkiliya xwe bi heman dozê ve heye, ji aliyê rejîma Îranê ve were darvekirin.


