Xelkê bajarê Hemayê gazinan ji xirabûna rewşa ewlehiyê ya berçav û zêdebûna bûyerên dizînê, revandin û êrişan dikin.
Rojane li ser malperên medyaya civakî behsa zêdebûna bûyerên dizînê, hewlên revandin û êrişan li bajarê Hemayê tê kirin.
Li hember vê yekê jî şênî gelek gazinan dikin.
Ev bûyer herî zêde li derdora çerxerêya Bîlal, ku li ser rêya Nîlê ye pêk tên.
Şêniyên Hemayê diyar dikin ku bûyerên ku li dora çerxerêya Bîlal pêk tên nebûna ewlehiyê nîşan didin.
Ji navenda çerxerêya Bîlal ku tenê 200 metre dûrî navenda polîsan e, ciwanê F.H. ku yek ji kesên ku zirar dîtine axivî û got:
Tiştê ku diqewime nayê tehemûlkirin, ji ber ku di nava 10 rojan de 2 caran êrişî malbata hat kirin.
Şênî daxwaza tedbîrên lezgîn dikin, bi taybetî qedexekirina motorsîkletan li hundirê bajêr, ji ber ku ew wê wek “amûra sereke ya sûc û tirsandinê” dibînin.



