Piştî daxuyaniyên ji bo rizgarkirina pîlotên Amerîkî Trump careke din dest bi gefan kir.
Ji bo Tengava Hurmuzê vebe ultîmatom da Îranê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi peyameke pir tund , gefeke nû li rêveberiya Îranê xwar.
Trump diyar kir ku heke Îran Tengava Hurmizê demildest veneke, roja Sêşemê dê bibe “Roja Santralên Elektrîkê û Piran.
Trump di peyama xwe de bi zimanekî tûj bang li serokatiya Îranê kir û got:
“Tengava girtî vekin, nexwe hûnê di dojehê de bijîn.”
Trump bi awayekî eşkere hedefên êrişên nû yên 7’ê Nîsana 2026’an wiha diyar kirin:
“Hemû santralên elektrîkê yên Îranê dê werin lêdan. Pirên stratejîk ên welat dê werin hilweşandin.”
Trump peyama xwe bi gotina “Tenê temaşe bikin! Şukur ji Xwedê re” bi dawî kir.



