Zext, girtin, darvekirin û binçavkirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin.
Divê çarçoveyê de, îro li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 319 welatî hatin binçavkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan ya HRANA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 319 welatî bê biryara dadwer, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin.
Hate gotin ku di dema binçavkirinê de tundî hatiye bikaranîn.
Li gorî daxwiyaniyê ew kes bi hêceta belavkirina “nûçeyên ne rast têkdana raya giştî û wêne kêşana cihên hatine bombebarankirin” hatine binçavkirin û heya niha jî, çarenûsa wan nayên zanîn.
Li gorî heman çavkaniyê ev welatî hemû jî li bajarên Tahran, Xuzistan, Meraxe, Luristan, Buşeir, Xorasan, Rezewî, Faris û Urmiyeyê hatine binçavkirin.



