Pirsgirêka stasyona Elok a avê li ber çareseriyê ye.
Rêveberiya Xweser stasyoneke karabeyê ya gerok ji Rimêlan bir Dirbêsiyê da ku sasyona Elokê bixebitîne.
Di çarçoveya xebatên berdewam ên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Cizîrê, stasyoneke karabeyê ya gerok ji Rimêlanê birin Dirbêsiyê da karabe bighêje Elokê.
Li gor vê yekê, dê çûyîna karabeyê bo stasyona Elokê aram bibe û pêxistina wê baş bibe.
Malpera Rêveberiya Xweser dibêje ku ev gav hewldanek bo başkirina xizmeyên bingehîn e û bi taybet gihandina avê bo welatiyan.



