Ji ber êrişên li ser herêma Kurdistanê, deriyên dibistan û zanîngehan hatin girtin.
Hikûmetê jî biryar da ku bi rêya online wane bên dayîn.
Lê belê, xwendekar û mamosteyan nerazîbûn nîşanî vê yekê da.
Li bajarokê Sîrwan xwendekar û mamsoteyan xwestin biryara xwendina bi rêya online were hilweşandin.
Hîwa Mihemed ku yek ji malbatên xwendekaran e got ku ew ji biryara hikumetê ne razî ne, xwendina birêya online bê feydeye, ji ber ku rewşa xwendinê tevlîhev dike.
Ji roja biryar derketî heya niha, ti zarokek waneyên xwe ne xwendiye, hemû li kolan in, bi vê re jî ji bo malbatan bargiraniyek mezin çêbûye.
Mamostaya bi navê Bêgerd Hemereşîd jî dibêjî xwendekar li malê û li ber telefonê tiştek fêr nabin, gel gelek şer dîtine, lê ti carî xwendin ranewestiyaye.



