Rêveberê Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogê (SCSD) Nasir Hac Mensûr li ser çareseriya krîzên li sûriyeyê axivî.
Nasir Hac Mensûr diyar kir ku ji ber destwerdana gelek hêzan, pirsgirêka aştiyê li Sûriyeyê gelekî kûr e.
Nasir Hec Mesnûr anî ziman ku li Sûriyeyê sîstem û destûr ne demokratîk e, lew ra jî aştî pêk nayê.
Ji bo çareserkirina krîzan Hac Mensûr got:
“Li Sûriyeyê ji bo dawî li pevçûnan were, rolek mezin a diyalogê heye.
Li Sûriyeyê destûrek li gorî modêla hevpeymana civakî girîng e.”
Hac Mensûr têkildarî polîtîkayên ji aliyê hikûmeta demkî tên birêvebirin desnîşan kir, Zimanê nefretê li ser medya dijîtal derfet nade ku aştî, hevkarî û aramî li Sûriyeyê çêbibin.
Nasir Hac Mensûr di dawiyê de got:
“Ji bo avakirina Sûriyeya serbixwe divê gelê Sûriyeyê destek bidin hevdû û bi hev re aştiyê pêk bînin.



