Desteya Enerjiyê ya Cizîrê dest bi xebitandina santrala elektrîkê ya li Dirbêsiyê kir. Ev yek dê rê li ber xebitandina santrala Elok a avê û nûjenkirina xetên elektrîkê veke.
Tîma Daîreya Veguhastin û Belavkirina Enerjiyê ya Desteya Enerjiyê ya Cizîrê, roja Yekşemê santraleke elektrîkê ji Rimêlanê veguhast Dirbêsiyê û îro jî dest bi xebata xebitandina santralê kir. Armanca vê gavê ew e ku peydakirina elektrîkê li herêmê zêde bike.
Komîteya têkildar diyar kir ku hêza santralê 20 gîgavolt e û tê payîn ku herî zêde di nava 2 rojan de bixebite ku ev yek dê bibe alîkar ku rewşa elektrîkê li bajar û deverên derdora wê baştir bibe.
Di heman çarçoveyê de, çavkaniyên ji Desteya Enerjiyê ragihand ku dê xebatên ji bo nûjenkirina xetên elektrîkê yên li ser rêya Dirbêsiyê-Serêkaniye dest pê bikin da ku di dema pêş de elektrîk bigihêje stasyona Elokê.
Îro, di çarçoveya hewldanên ji nû ve xebitandina stasyona Elok a avê û baştirkirina xizmetên bingehîn li herêmê de, şandeyeke hevbeş ku ji nûnerên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser, hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Xaça Sor pêk tê, serdana stasyonê kiribû.



