Piştî gefên tund yên Trump li dijî Îranê, ku wê ji ser nexşerêyê rake an jî ji kokê ve tune bike eger Tengava Hurmizê veneke.
Herî dawî agirbesta 2 hefteyan hat ragihandin.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf têkildarî lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de peyamek pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.
Şehbaz Şerîf ragihand ku welatê wî bi rêyên dîplomasî ji bo gihiştina çareseriyeke aştiyane şerê li Rojhilata Navîn ketiye nava hewldanan.
Şerîf daxwaz ji Trump kir ku ew dema ji bo Îranê destnîşan kirî du hefteyên din jî dirêj bike.
Heman demê daxwaz ji Îranê jî kir ku di vê demê de Tengava Hurmizê jî veke vê jî bi niyeta pak bide nîşandan.
Trump li ser agirbesteke 2 hefteyan bi Îranê re li hev kir
Beriya dema hatî dayîn bi 2 saetan, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser agirbesteke du hefteyan bi Îranê re li hev kir.
Danûstandinên Amerîka û Îranê wê roja Înê li Îslamabadê dest pê bikin
Medyaya dewleta Îranê ragihand ku danûstandinên bi Amerîka re dê roja Înê, 10’ê Nîsanê, li Îslamabadê dest pê bikin.
Piştî ku Tehranê pêşniyarek 10 xalî bi rêya Pakistanê pêşkêşî Washingtonê kir, û got ku ev danûstandin nayê wateya bidawîbûna şer.
Netanyahu: Agirbest Lubnanê nagire nav xwe
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku Îsraîl piştgiriya biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump dike, û diyar kir ku agirbest Lubnanê nagire nav xwe.
Nirxa bermîla petrolê daket bin 100 dolarî
Piştî van daxuyanî û ragihandina agirbestê, nirxa bermîla petrolê daket bin 100 dolarî.



