Ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û yekitiya Kurdan, li Tirbespiyê meşek hat lidarxistin.
Bi dehan şênî li pêşiya Rêveberiya Dibistanan kom bûn û hetanî pêşiya meclisa bajêr meşiyan. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên TEV DEM`ê bilind kirin.
Piştî ku meşvan gihaştin ber avahiya meclisê, li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Însiyatîfa Gel a Tirbespiyê Xaliya Ehmed axivî.Xaliya Ehmed destnîşan kir ku divê Rêber Abulaah Ocalan were azadkirin, “ji ber ku kilîta çareserkira pirsgirêkîn Rojhilata Navîn li gel Rêbertiya me ye” û wiha dewam kir: “Banga Rêbertî ya aştî û civaka demokratîk divê berdewam bike û dewleta Tirk jî gavên aştiyê biavêje.”
Xaliya Ehmed da zanîn ku divê li çar aliyên Kurdistanê yekitî were xurtkirin û got: “Dem hatiye ku êdî em yekdest bin û li hember dijminên Kurdan têkoşîna xwe bi hêz bikin.”



