Amadekariyên vegera koma sêyemîn a koçberên ji Efrîn û Şehbayê tên kirin û çav li rê ye ku sibe bi rê bikeve.
Li gorî agahiyên ku Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê dane ji ajansa me, koma sêyemîn a koçberan dê sibe (Pêncşem (bi rê bikeve.
Vegera koma sêyemîn dihat payîn ku îro pêk bihata lê taloqî sibê hatibû kirin.
Heta niha 2 komên koçberên ji Efrînê (ya yekemîn di 9’ê Adara 2026’an de û ya duyemîn 4’ê Nîsana 2026’an) vegeriyane Efrînê. Di koma yekemîn de 400 malbat û di koma duyemîn de jî 200 malbat vegeriyabûn.



