Rêxistina CASENE YA Azadiya Raman û Çapemeniyê îro êvarê li Kargeha Çandê ya Silêmaniyê, têkildarî dûrketina hinek medyayên Kurdî ji prensîbên bingehîn yên pîşeyojnamevaniyê di vê rewşa heyî de, civîneke çapemeniyê lidar xist.
Rêxistinê diyar kir ku di demekê de ku Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê di rewşek dijwar a şer re derbas dibin, Rêxistina CASENE ji axaftin û weşana hinek dezgehên medyayê di ragihandina bûyeran de pir fikaran çêdike.
Şûna kû prensîbên xebata medyayê bişopînin, ew bêberpirsiyar nêz dibin û bûne platformek ji bo têkdana aştiya civakî.
Rêxistina CASENE destnîşan kir ku pêwîste hemû dezgeh û kanalên medya yên Kurdî, bikevin bin xizmeta yekgirtin û berjewendiya gel de.
Şiwan Mihemed got, di 16’ê adarê de bi amedebûna 25 kenalên medyayî û pisporên vî warî de, li Silêmanî kombunek hat lidarxistin û ji bo hemû destgehên kanalên medya Kurdî şiyarî hat belavkirin, lê rûxmî vê jî hinek kanalên medyayî li ser heman gotinan dewam dikin.
Rêxistinê got ku ew bang li hemû kanalên ku bi vî rengî dixebitin dikin ku weşana xwe ya bi vî rengî rawestînin.
Di berdêla vê de, CASENE dê neçar bimîne ku navên van kanalan ji navendên navnetewî û herêmî re biweşîne.



