Izdîhar Hisên ji meha Çileyê ve agahî ji keça xwe Eyşe Abdulwehab nagire û dixwaze bizane ka çi li keça wê hatiye.
6’ê Çileyê dema ku hikumeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, jina ciwan a bi Eyşe El Elî winda bûye.
Heta niha çarenûsa wê ne diyar e û malbatê wê li ser tu agahî bi dest nexistiye.
Dayika Eyşe, Izdîhar Dawûd Hisên derbarê mijarê de axivî .
Izdîhar Dawûd ji aliyê têkildar xwest ku çarenûsa keça wê a 16 salî zelal bikin.
Izdîhar Hisên diyar kir ku ev bûye 11 meh keça xwe nedîtiye û wiha got:
“Keça min 2025`an derbasî Helebê bû.
6`ê Çileya 2026`an wexta ku şer dest pê kir têkiliya min bi keça min re qut bû.
Min ji hevalên wê bihîst ku dema şer dijwar bûye ew li Şêxmeqsûd bû û ji hev belav bûne.
Bi rêyên nefermî min bihîst ku keça min di girtîgehên hikumetê de ye.
Ez nizanim ka keça min sax e, şehîd e, birîndar e yan jî dîl ketiye destê hikumetê?”
Izdîhar Dawûd Hisên daxwaza zelalkirina rewşa keça xwe kir.



