Şêniyên bajarê Dêrikê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û peyama “Em ê bi azadiya fîzîk ya Rêber Apo yekitiya neteweyî a demokratîk a gelê Kurd mîsoger bikin” da.
Girseyê di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, yekitiya kurdî a demokratîk mîsoger bikin” vekirin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Meş li qada Kornîş sekinî û deqeyekê rêz hat girtin. Bi navê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Ebdurehîm axivî û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Mihemed Ebdurehîm di dewama axaftina xwe de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek tecrîda li ser mirovahiyê bi nav kir û wiha pê de çû: “Dixwazin bi rêya tecrîdê îradeya gelê Kurd bişikînin. Lê berxwedana Rêber Apo û têkoşîna wî ya ji bo aştiyê planên têkbirina gelê Kurd pûç kirin.”
Mihemed Ebdurehîm di dawiya axaftina xwe de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.
Meş bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.



