Pevguhertina dîlgirtiyan di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de taloqî hefteya bê hat kirin.
ANHA’yê ragihand ku ji ber hin sedeman Pevguhertina dîlgirtiyan di navbera QSD û hikumeta demkî hat taloqkirin.
Her wiha eşkere kir ku koma girtiyan ku dihat plankirin bi dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî werin pevguhertin gihaştibû Hesekê.
Hêjayî bîrxistinê ye diviyabû koma sêyemîn a dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî de ku nêzî 300 kesan pêk tê, îro (Pêncşem) hatiba berdan.



