Rojek piştî destpêkirina agirbesta du hefteyan, Îsraîlê êrişeke berfireh bir ser Lubnanê.
Vê yekê hevsengiya li ber şikestinê, hejand.
Ebas Eraqçî ragihand ku êrişên ser Libnanê peymana agirbestê binpê dikin.
Piştî destpêkirina agirbestê bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê rageşiya li herêmê jinûve bilind kir.
Roja Çarşemê gelek herêmên Lubnanê, Beyrûd banliyoyên başûr bûn hedef.
Êriş heta Başûrê Lubnanê û Bekaayê belav bûn.
Li Lubnanê di nava rojekê de bi sedan kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişan de 182 kes hatin kuştin.
Parastina Sivîl jî diyar kir ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 254 kesî.
Li Lubnanê roja Pêncşemê şîn a neteweyî hate ragihandin.
Hîzbûllah: Ev yek binpêkirina agirbestê ye
Piştî êrişên Îsraîlê Hîzbûllahê bûyer weke “binpêkirina agirbestê” pênase kir û bersiv da.
Bi vî rengî bandora lihevkirina Îran û DYE’yê ya li ser herêmê hîn bi ezmûneke cidî re rû bi rû ma.
Neteweyên Yekbûyî jî ji ber van bûyeran alarm da.
Di daxuyaniya Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres de hate got:
Dewamiya karên leşkerî yên li Lubnanê agirbestê dixe nava xeteriyê.
Ebas Eraqçî: Êrişên Îsraîlê yên li Libnanê agirbestê binpê dikin
Ebas Eraqçî ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li Libnanê peymana agirbesta demkî ya li gel Amerîkayê binpê dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got,
“Top li qada Amerîkayê ye. Cîhan lê dinêre ka dê Amerîka sozên xwe bîne cih yan na.”
Trump careke din gef xwar
Serokê DYE’yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek da û got:
Leşkerên Emerîkî wê li Îranê û dora wê bimînin.
Trump anî ziman ku heta lihevkirineke mayinde pêk were wê keştiyên şer, li herêmê bihêle.
Trump diyar kir ku eger lihevkirin bi dawî bibe wê êriş jinûve destpê bikin.
Pete Hegseth: Em dê madeyên nukleer ji Îranê derxin
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Pete Hegseth êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê wekî “serkeftineke leşkerî ya teqez” pênase kir.
Pete got ; li gorî mercan, madeyên nukleer ên ku nabe di destê Îraniyan de bin, dê yekser ji Îranê werin derxistin.”
“Ji bo agirbest bibe cihê baweriyê divê Lubnan jî tevlî pêvajoyê bê kirin”
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî tevlî pêvajoyê bû.
Hate ragihandin ku Macron hem bi Donald Trump hem jî bi Mesud Pezeşkiyan re axivî û got:
Ji bo agirbest bibe “cihê baweriyê û mayinde” divê Lubnan jî tevlî pêvajoyê bê kirin.
Tehran: Li gel binpêkirinên Îsraîlê jî em diçin îslamabadê
Îranê li gel êrişên Îsraîlê jî biryara dewamkirina danûstandinên dîplomatîk da.
Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Pakistanê Riza Amîrî Mûhadam got:
Heyeta Îranê wê êvara Pêncşemê bigihêje Îslamabadê.
Di nava raya giştî de ji ber binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Îsraîlê ve bêbaweriyeke xurt heye.
Çînê li ser agirbesta Îran û Amerîkayê çi got?
Çînê ragihand ku ew agirbesta du hefteyî bi kêfxweşî pêşwazî dike.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Nîngê li Pekînê got:
Welatê wê ji destpêka krîzê ve agirbestê û çareserkirina nakokiyan a bi rêyên siyasî diparêze.



