Roja 3’ê Nîsanê me nûçeyek da ku agahî ji welatiyê bi navê Mihemed Omer ê ji Qamişloyê qut bûne.
Lê mixabin, îro me agahî wergirtin ku li nêzî Til Birak a girêdayî Hesekê kuştî hatiye dîtin.
Mhemed Omer ê 62 salî, ji 1’ê nîsanê ve, tu agahî li ser wî tune bûn.
Malbata wî ji Ronahî TV re ragihandibû ku Mihemed Omer li ser erebeya xwe kar dikir.
Di roja 1’ê nîsanê de, kesek jê dixwaze ku ji Qamişlo pê re biçe Hesekê da ku xiradên wî veguhêzîne.
Malbat dibêje ku dema dighêje Hesekê ji wê û şûnde agahî jê qut dibin.
Hingî bi rêya Ronahî TV daxwaz kir ku aliyên pêwendîdar li ser vê dosyayê bixebitin.
Lê belê, îro hat ragihand ku Mihemed Omer li nêzî Til Birakê bi rêya guleyekê hatiye kuştin û cenazeya wî hat dîtin.



