Almaz Romî, bi amadebûna cîgirê serokatiya şaredariyê Ebdulxenî Muslim li kêlek endamên Meclisa Rêveber a Şaredariyê ku îro hat avakirin, erkên xwe weke Seroka Şaredariya Kobanê wergirtin.
Beriya çend rojan şandeyek ji Rêveberiya Kobanê û hin kesayetên siyasî serdana parêzgeha Helebê kir, di wê serdanê de Almaz Romî weke Seroka Şaredariya Kobanê ji hêla Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve bi awayekî fermî hat tayînkirin.
Bi amadebûna şandeyek ji hikumeta demkî ya ji parêzgeha Helebê, endamên Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê û nûnerên ji Rêveberiya Kobanê Almaz Romî erkên xwe yên Serokatiya Şaredariya bajarê Kobanê wergirtin û Muslim Ebdulxenî jî wek cîgirê wê hat tayînkirin.
Piştî merasîma wergirtinê, Seroka Şaredariya Kobanê Almaz Romî li pêş avahiya Şaredariya Gel a bajarê Kobanê axivî û got: “Li gorî tedbîrên peymana 29ˊê Çileyê, wê saziyên bi saziyên hikumetê re entegre bibin. Me îro li Kobanê proseya entegrasyona saziyên Şaredariya Kobanê li nava Şaredariya Giştî ya Gel dest pê kir. Ji bo vê yekê me beriya 2 rojan civînek bi Parêzgarê Helebê re li dar xist û wek Seroka bajarê Kobanê hatim erkdarkirin.”
Almaz anî ziman ku: “Me îro erkên xwe weke Seroka Şaredariya Kobanê wergirtin, me Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê ava kir, da ku em wek tîmekê xebatên herî baş pêşkêşî gelê xwe bikin.”
Di dawiyê de Almaz soz da ku “Em wêneyekî baş û xweşiktir pêşkêş bikin, her tim di xizmetî gelê xwe de bin û pêdiviyên wan tevahî pêk bînin.”
Endamên Meclisê ev in; Mehmûd Remî, Osman Mistefa Mihemed, Yara Bozan Ebdî, Narîn Boz û Ehmed Mihemed Şêxo.



