Helbestvan û romannûsa sûriyeyî Kolet Xûrî di 95 saliya xwe de koça dawîn kir.
Kolet Xûrî ku neviya serowezîrê berê yê Sûriyeyê Faris Xûrî ye, yek ji pêşengehên romana nûjen a li Sûriyeyê ye û bi zimanên erebî, fransî û îngilîzî nivîsiye.
Kolet Xûrî di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina gotaran kiribû. Nivîsa wê ya yekemîn a bi navê “20 Sal” di sala 1957’an de hat weşandin.



