Hunermend Elî Mensûr vê sibehê ji ber nexweşiyê di 60 saliya xwe de li bajarê Amûdê jiyana xwe ji dest da.
Hunermend Elî Mensûr di ciwantiya xwe de dest bi karê hunerê kir.
Tevlî koma Newroz ya bajarê Amûdê bû.
Di sala 1986’an bi hevalên xwe re koma Agirî dan avakirin.
Hunermend Elî di nivîsandin û sazkirina gelek kilîbên komê de cih girt.
Herî dawî jî vê sibehê ji ber nexweşiyê li bajarê Amûdê di 60 saliya xwe de koça dawî kir.



