Li bajarê Derayê dirûşmên piştgiriya bi çeteyên DAIŞ’ê re li ser dîwarên dibistana keçan hatine nivîsandin.
Şêniyên bajêr ev yek wekî ” peyameke xeternak ku tevahî civakê dike hedef” bi nav kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyû diyar kir ku ev kiryar di rewşeke ku alozî û metirsî heyî hatiye kirin.
Li gorî SOHR’ê, heya niha nasnameyên kesên ku ev dirûşme nivîsîne nehatiye zanîn.
Şêniyan jî banga lêkolîneke lezgîn, hesabpirsînê ji berpirsên vî kiryarê û girtina tedbîran kirin.



