Li bajarê Hesekê pirsgirêka kêmbûna benzînê kûrtir dibe.
Ji ber kirîza sotemeniyê ajokar demên dirêj li benda dorê dimînin.
Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê jî di nava hewldanên çareserkirina pirsgirêkan e.
Li bajarê Hesekê pirsgirêka kêmbûna benzînê kûrtir dibe, bi sedan otomobîl li ber îstasyon El Sefa li benda dora xwe ne ku benzînê bistînin.
Ji ber hijmara zêde ya tirimbêlan hin ajokar neçar dimînin ku di otomobîlên xwe de an jî li nêzî îstasyonê razên.
Der barê mijarê ajokarê bi navê Sultan Abdulla got:
Em neçar in ku tevahiya rojê li rêzê bisekinin da ku para xwe ya sotemeniyê bistînin.
Ajokarê bi navê Ehmed El Necm jî diyar kir ku benzîn nagihîje piraniya stasyonên benzînê, û bi hezaran otomobîl li bajêr hene û dibêje:
Ji ber vê yekê, stasyonek nikare vê daxwaza mezin bicîh bîne.
Ger sotemenî li ser çend stasyonan were belavkirin, em ê vê krîzê nejîn, û ew ê bi tevahî çareser bibe.
Xwediyê stasyona El Sefa, Samî Diyab diyar kir ku mîqdara benzînê ya dighêje wan kêm e û têra daxwaza xwediyên otombîlan nake û got:
Çareserî ew e ku tora belavkirinê brferh bibe û benzîn bighêje hejmareke mezintir a stasyonan.
Em hewl didin ku sotemeniyê di zûtirîn dem de li her kesî belav bikin, li gorî miqdara ku dighêje me, lê ew têrê nake.
Li gorî çavkaniyên taybet, sedem kirîza kêmbûna benzînê ew e ku benzîn kêm tê şirketa Sadcop li Hesekê, ji ber êrişên dawî yên li ser herêmê çêbûye.
Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê diyar kir ku ew çavdêriyê dike û li ser planên nû dixebite da ku krîzê sivik bike û çareser bike.



