Ji ber gazincên şêniyan ên ji esnafan parêzgarê Şamê biryar da ku bazara hesinkariyê veguherîne bazara bazirganiyê.
Ensaf jî ji vê biryarê nerazî ne û gotin ew dev ji bazara xwe ya kevnar bernedin.
Parêzgar hişyarî da 60 esnafên li bazarê ku di 2 mehan de bazarê vala bikin.
Li gorî agahiyên ku ji parêzgeriya Şamê wergirtine, ji ber gazincên şêniyan ên ji ensafan.
Dê bazara hesinkariyê veguhêzin bajarê pîşesaziyê yê Adrayê yê Şamê û bazara heskariyê jî bikin a bazirganiyê.
Esnaf qebûl nakin ku biçin Adrayê û dev ji karê xwe berdin.
Ensafan ji parêzgar xwest bazara hesinkariyê jî wekî hemû bazaran bi rêxistin bike û biryara veguhastinê betal bibe.
Yek ji esnafan ku nexwest navê wî were naskirin wiha got:
“Ez ne amade me cihê xwe biguherînim an jî pîşeya xwe ku min ji bapîrê xwe girtiye, biguherînim.”
Esnafekî dîtir ê 70 salî jî biryara parêzgar wek “nementiqî û neheqî” bi nav kir û wiha anî ziman:
“Bi salan e ez li vê bazarê dixebitim. Ez bi karê xwe ve girêdayî me û ji bazara lê dixebitim naçim cihekî dîtir.”
Esnafekî dîtir jî got dema gazincên gel hebin, pirsgirêk dikare bi hêsanî were çareserkirin.
Bazara hesinkariyê ya Şamê ku yek ji bazarên mezin û herî kevnar ên navenda Şamê ye, di dema Memlûkiyan de hatiye vekirin.



