Di encama lehî û barana zêde de rûberên mezin ên zeviyên genim li herêma Sehil El Xab a Hemayê zirar dît.
Barana dijwar a ku di 2 hefteyên borî de li herêma Sehil El Xab a Hemayê barî, bû sedem ku zêdetirî 2 hezar donim zeviyên genim li herêmên Şeta û Eyn El Krumê di bin avê de bimînin û telef bibin.
Cotkarê bi navê Heyan Esed got, ji dema rejîma berê ve kanalên sereke nehatine paqijkirin û zeviyên wan bi hefteyan di bin avê de dimînin.
Cotkaran diyar kir ku zêdetirî 2 hezar doniman zirar dîtiye.
Zêdetirî 10 rojan erd di bin avê de mabû, lê tu destwerdan nehatin kirin, di encama vê yekê de kokên berheman kufikî bûne û şaxê wê telef bûn.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Rêveberî û Pêşvebirina Sehil El-Xab, diyar kir ku zêdetirî 360 kîlometre kanalên avdanê yên herêmê hatine sererastkirin.
Nivîsgehê da zanîn ku ekîbên wan çareserkirina pirsgirêkên kombûna avê didomînin.
Cotkar diyar dikin ku mekanîzmaya Fona Karesatên Xwezayî ji bo wan ne diyar e û ji bo zirarên berê wan tazmînat negirtiye.



