Yekem festîvala kurtefîlmên Kurdî li City Cinema ya Silêmaniyê duh di roja 3’yan de bidawî bû û xelat pêşkeşî baştirîn leyîstikvan û fîlman hatin kirin.
Di festîvalê de 29 kurtefîlmên ji çar beşên Kurdistanê bi zaravayên cuda yên Kurdî hatin nîşandan.
Di roja dawî ya festîvalê de, 12 xelat pêşkeşî baştirîn fîlman hatin kirin.
Lîstikvana Kurd Rêza Mihemed ji bo kurtefîlma xwe “Bargdûr” (terzî) xelata baştirîn leyîstikvana jin wergirt.
Berdevkê Festîvala Fîlmên Kurte ya Kurdî Kawan Ezîz diyar kir, taybetmendiyên ku divabû di fîlmên beşdar de hebûna, Kurdbûna naverok û pêkhateyên wan bû.
Nêzîkî 200 fîlmên hatin pêşkêşkirin.
Lê 29 fîlm hatin berbijêrkirin.
Xelata herî baş ya festîvalê jinek bû ku yekem car di fîlmekê de dileyize.



