Senator Lindsey Graham daxwaza qedexekirina tevahî ya bernameya nukleerî ya Îranê kir.
Di posteke li ser platforma Xˊê de, Senatorê Komarparêz ê Amerîkî Lindsey Graham diyar kir ku aliyên ku li Îranê bi wan re danûstandin tê kirin “terorîst, derewîn û xapînok in”,
û her pêşniyarek ji bo rawestandina demkî ya çalakiyên dewlemendkirina nukleerî li şûna ferzkirina qedexeyek tevahî red kir..
Senator Grahm îşaret bi cudahiya di navbera El Qaîdeyê û rejîma Îranê de kir û anî ziman ku El Qaîde “rêxitineke terorîst a Sunnî ye” û Îran “dewletek terorîst a Şîa” ye.
Graham da zanîn ku nêzîkî 20 welat xwedî bernameyên nukleerî yên aştiyane ne bêyî ku hewcedariya wan bi dewlemendkirinê hebe,
Di heman demê de dewlemendkirin dikare rê li ber pêşxistina çekên nukleerî veke.
Senator Lindsey Graham helwesta xwe ya redkirina li hember her cûre dewlemendkirina nukleerî li Îranê nîşan da.



