Doh komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed re, civiyan.
Civîn di çarçoveya hewldanên berdewamên ên çareserkirina pirsgirêka vegera koçberan li warên xwe de pêkhat.
Di civînê de mekanîzmayên pratîkî yên girêdayî vê dosyayê hatin gotûbêjkirin.
Komîteyê daxwazên şêniyan; weke pêwîstiya çareserkirina aliyên ewlehiyê ji bo serxistina xebata vegerê pêşkêş kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed jî diyar kir ku dosyaya vegera koçberan di mijara sereke ya civînan de ye.
Ji bo serxistina xebata jinûve vegera aramiyê ew bi aliyên Şamê û tîma serokatiyê re di nava têkiliyan de ne.
Di dawiya civînê de her du aliyan li hev kir ku hevkarî û peywendiya rasterast dê berdewam bike.



