Di êrişa artêşa Amerîkayê ya li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê ya li dijî keştiyek qaçaxçîtiya narkotîkê 3 kes hatin kuştin.
Artêşa Amerîkayê duh ragihand ku li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê li keştiyekê hatiye xistin.
Di encamê de 3 kes htin kuştin.
tê gumankirin ku ji bo qaçaxçîtiya narkotîkê ev keştî tê bikar anîn.
Fermandariya leşkerî ya Amerîkî ya Amerîkaya Latîn û herêma deryaya Karayîban diyar kir ku wan “Êrişek kujer li ser keştiyek ku ji hêla rêxistinên terorîst ve dihat birêvebirin, pêk aniye.
Di operasyonê de 3 bazirganên narkotîkê hatine kuştin.”
Li gorî daneyan, hejmara kesên di operasyonên DYA’yê yên li dijî qaçaxçîtiya narkotîkê li Karayîban û Okyanûsa Pasîkîfê hatine kuştin de 177 kes derbas kiriye.



