Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed El-Şera çû Tirkiyeyê.
Duh Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê ji bo beşdarî Forûma Dîlomasiyê ya Antalyayê bibe çû Tirkiyeyê.
Şera li Antalyayê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ve hate pêşwazîkirin.
Têkildarî civîna Fîdan û Şera hûrgilî nehatin parvekirin.



