Nêçirvan Barzanî û Tom Barrack li Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê li hev civiyan.
Di hevdîtinê de têkiliyên DYE-Iraq-Kurdistan û bûyerên li herêmê hatin nirxandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî di çarçoveya Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya 5’emîn de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bi Nûnerê DYE’yê ji bo Sûriyê Tom Barrack re hevdîtinek pêk anî.
Barzanî piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got:
Hevdîtin “berhemdar” derbas bû û me têkiliyên navbera DYE, Iraq û Herêma Kurdistanê bi berfirehî nirxandin.
Her wiha di hevdîtinê de li ser bûyerên dawî yên li herêmê nêrîn hatin parvekirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, yek ji sernavên herî girîng ên hevdîtinê rewşa li Sûriyê û paşeroja Kurdan a li vî welatî bû.
Aliyan destnîşan kirin ku ji bo aştiya li herêmê û parastina aramiyê divê koordînasyon û hevkarî bê kirin.



