Hikumeta Demkî a Sûriyê ragihand ku leşkerên Amerîkî yên li welêt bi tevahî derketine.
Têkildarî mijarê Wezareta Karên Derve ya Hikumeta Demkî ya Sûrî daxuyanî da.
Wezaretê ragihand ku ev biryar bi lihevkirineke tam a herdu hikumetan pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de diyar kir ku li Sûrî baregehên ku berê yekîneyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê de bûn bi temamî radestî wan hatiye kirin.
Heta niha li ser vê mijarê ti daxuyaniyek fermî ji aliyê DYA ve nehatiye dayîn.
Firqeya 60’î derbasî baregeha Qesrikê bû
Hêzên Amerîkî li Sûrî baregehên Qesrik, Xirab Cîr a Rimêlan, Şedadê û Tenefê di çarçoveya koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de bikar dianî.
Girêdayî mijarê Hikûmeta demkî ya Sûriyê duh ragihandibû ku firqeya 60’î derbasî baregeha Qesrikê bûye.
Dimenên derketin leşekrên DYA ji baragehê jî hatibûn weşandin.



