Di nava geşedan, û nakokiyên sed salên dawî yên li Rojhilata Navîn Kurdan gelek caran hewl dane yekitiya xwe çêbikin.
Her wiha kurd dixwazin hebûna xwe bidin qebûlkirin, lê nekarîne bigihîn encamê.
Niha yekrêzî careke din bûye rojeva sereke û ev pirs tê kirin: “Gelo Kurd dê vê carê karibin pêk bînin an na?
Di dirêjahiya zêdetirî sed salan de banga yekitiya Kurdan her tim di xîtabên gel û rêveberên partiyan de li pêş bû.
Ev bang dema êrişan û guhertinên siyasî yên li Rojhilata Navîn zêdetir dibe.
Şerê Cîhanê yê Yekemîn: Nîşanên nasnameya siyasî ya Kurdî
Beriya sala 1914’an nasnameya kurdî bi piranî di çarçoveyeke civakî û eşîrî de teşe girtibû.
Serhildana Koçgiriyê..Ezmûna pêşîn a yekitiya eşîran li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê
Di dema tevliheviyên siyasî yên ku bi damezirandina komara Tirk re derketine.
Di sala 1921’ê de Serhildana Koçgiriyê bi pêşengiya fermandar û helbestvanê Kurd Elîşêr dest pê kir.
Elîşêr hewl da eşîrên Kurdan di aliyê siyasî û leşkerî de li hemberî desthilata nû bike yek.
Serhildana Şêx Seîd û banga yekitiyê li dijî dewleta Tirk
Di sala 1925’an de, yek ji mezintirîn serhildanên Kurdan derket, Serhildana Şêx Seîdê Pîranê bû.
Şêx Seîd hewl da eşîr û hêzên herêmî li dijî polîtîkayên tirkkirin û zilmê yên dewleta Tirk bike yek.
Lê ev serhildan têk çû û Şêx Seîd di 29’ê Hezîrana 1925’an de hat dervekirin.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevgera Simkoyê Şikakî
Di navbera salên 1918 -1922’an de an ku di dema tevliheviyên li Îranê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn de navê rêberê Kurd Simko Şikakî derket pêş.
Simkoyê Şikakî hewl da eşîrên Kurdan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di çarçoveya projeyeke siyasî û leşkerî de li hemberî rejîma Îranê bike yek.
Komara Kurdistanê: Dewleta yekemîn a biçûk a Kurdan
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û zêdebûna bandora Yekitiya Sovyetê, Qazî Mihemed di 22’yê Çileya 1946’an Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand.
Mela Mistefa Barzanî yek ji hevalendên leşkerî bû ku piştgirî da Komara Kurdistanê.
PKK û banga Yekitiyê: Destpêka pêvajoyeke nû
Derbeya 12’ê Îlona 1980’ê li Tirkiyê xaleke mezin a veguherînê bû.
Di vê qonaxê de ku zextên li ser Kurdan di lûtkeyê de bûn, Rêber Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ava kir.
Rêber Apo banga Yekitiya Neteweyî kir
Di navîna duyemîn a salên 1990’î de Rêber Abdullah Ocalan banga kongreyeke neteweyî ya Kurdistanî wek lêvegera Kurdan kir, lê bang neket pratîkê.
Şoreşa Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser
Di sala 2011’an de li Sûriyê serhildan li hemberî rejîma Baasê rabûn.
Li Rojavayê Kurdistanê jî guhertinên bilez rû dan.
Ji bo rêvebirina herêmê Meclisa Gel a Rojava ava bû.
Ji wê kêliyê ve yekitiya Kurdên Rojava bûye yek ji dozen herî hewcedar.
Li dijî DAIŞ’ê yekbûna di çeperên şer de
Di navbera 2014-2019’an serweriya çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê berfireh bû.
Vê yekê hêzên Kurdan neçarî kir ku aliyê leşkerî de yek bin.
Di navbera 2020 -2021’ê de bi navbeynkariya DYA û Fransayê diyalogan di navbera partiyên kurdî yên Rojava de çêbûn.
Di 26’ê Nîsana 2025’an de Konferansa Yekrêziya Kurdî hat lidarxistin
Di 26’ê Nîsana 2025’an de li bajarê Qamişloyê Kongreya Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava hat lidarxistin.
Di kongreyê de li ser helwesta yekbûyî Kurdan li hemberî şêwazê dewleta Sûriyê ya siberojê, nasnkirina destûrî ya mafên Kurdan û siberoja Rêveberiya Xweser lihevkirin çêbû.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo
Di Sibata 2025’an de Rêber Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir.
Piştre jî name ji rêberên Kurdan re şandin û banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî kiribû.
Ji ber gelek sedeman yekitiya neteweyî ya hêz û partiyên kurdî çênebûye.
Ji wan sedeman; parçebûna navxweyî, destwerdanên herêmî û navneteweyî û nebûna lêvegereke kurdî ya giştî.


