Komeleya El Meweda li Hesekê li ser rêbazên xurtkirina aştiya navxweyî, girîngiya pêşîgirtina zimanê nefretê û pêşvebirina jiyana hevbeş komcivînek li dar xist.
Di destpêka komcivînê de sînevîzyonek hat pêşandn ku tê de hevpeyvînên ji hêla komeleyê ve bi şêniyên Hesekê re hatine kirin hebûn.
Piştre di nava beşdaran de gotûbêj hat kirin. Beşdaran diyar kir ku pirrengî û yekbûn di nava civaka Sûriyeyê de çavkaniyeke dewlemendiyê ye. Her wiha bal kişandin ser girîngiya pêşîgirtina zimanê nefretê û guhertina wan bi gotareke ku hevgirtina civakî bi pêş dixe. Beşdaran behsa girîngiya beşdarbûna hemû pêkhateyan di pêvajoya avakirina Sûriyeya pêşerojê de kir û da zanîn ku aştiya navxweyî berhema pêvajoyeke yekgirtî ye û pala xwe dide polîtîkayên civakî, aborî û rêveberiyê yên ku vê pirrengiyê li ber çavan digirin.



