Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê Tayyip Temel têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tespîtên girîng kirin.
Got du rojevên esasî yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hene. Yek, başkirina şert û mercên Rêber Apo ne.
Ya din jî derxistina qanûnan e.
Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê Tayyîp Temel rewşa dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Stêrk Tv re nirxand.
Û berpirsiyarî van herdu rojevên sereke jî da ser milê desthilata dewleta Tirk.
Tayyip Temel dazanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo didome.
Tayyîp Temel: Pêvajo nexitimiye; lê girêk hene
Got, desthilatdariya AKP’ê li gorî rewşa derve pozîsyon digre û ev nêzîkatiya wê ji bo pêvajoyê xeterî ye.
Tayyip Temel da zanîn ku di pêvajoyê de sekinandin tune ye, lê girêk hene û divê ew wan girêkan vekin.
Cîgirê Hevserokatiya DEM Partî sedema dirêjkirina pêvajoyê ji bi du xalan ve girê dide.
Ya yekem, yan niyeta wan ne baş e ya din jî dibe ku hesabên hilbijartinan dikin e.
Tayyîp Temel: Jinûve sazkirina DEM Partî pêwîst û jêneger e
Temel da zanîn ku yek ji lingên esasî yê pêvajoyê jî jinûve sazkirina siyaseta demokratîk e.



