Îro li Kobanê fermandarê hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Efrîn tevî şandeyeke Hikumeta Demkî bi Meclisa koçberên Efrîn re civiya.
Li gorî çavkaniyên me yê taybet, di wê civînê de hat ragihandin ku eger tu astengî dernkeve, heftiya bê karwanê koçberên Efrîn bi rê keve.
Vê carê ne weke karwan, lê wê bi awayekî giştî bi hevre biçin.
Ev civîn di çarçoveya gotûbêjkirina mijara koçberan de pêk hat.
Di civînê de hate ragihandin ku wê rêya Efrîn li ber xwediyên wê, were vekirin û her kes bê astengî wê derbas bibe.
Her wekî çavkaniyên me dan zanîn ku eger ti astengî ji bo wan neyê derxistin wê ev rêwitî hefteya were pêk bê.



