Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şandeyek ji serokên ola Xiristiyan re civiya Parêzgar diyar kir ku ew ê di qonaxa pêş de hewl bidin rewşa xizmetguzarî baş bikin û astengiyan çareser bikin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro şandeyek ji serokên ola Xiristiyan li avahiya parêzgehê pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de rewşa xizmetguzariyê li herêmên cuda yên Hesekê hat gotubêjkirin, giringiya zêdekirina dewriyeyên ewlehiyê ji bo parastina aramiya herêmê hat nirxandin.
Parêzgar guhdarî li daxwazên şandeyê yên der barê başkirina xizmetên bingehîn kir û diyar kir ku ew ê di qonaxa pêş de hewl bidin astengiyan çareser bikin.
Di dawiyê de parêzgar bal kişand ser giringiya xurtkirina aştiya civakî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de.



