Pêşketinên krîtîk li Rojhilata Navîn yek li dû yek diqewimin…
Agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de hatiye dirêjkirin, lê dengê çekan li ser erdê bêdeng nebûye.
Serokê DYA Trump ragihand ku navbera Beyrût û Tel Avîvê agirbest ji bo 3 hefteyan hatiye dirêjkirin.
Ji aliyekî din ve, li Tengava Hurmuzê alozî kêm nabe
Amerîka bêtirî 4 hezar leşkerên bejahî dişîne Rojhilata Navîn.
Di nava rewşek wiha de, Îran û DYA careke din li pêşerî hev rawestiyane.
Hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn bi berdewamî diguhere…
Agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de bi navbeynkariya DYA’yê ji bo sê hefteyên din hatiye dirêjkirin.
Trump: Min nexin zorê, ez peymana herî baş dixwazim
Aliyan di dema hevdîtinên li Qesra Spî de li ser maseyê gihîştin lihevkirinê.
Lê belê, rewşa li ser erdê cuda ye…
Serokê Amerîkayê Donald Trump got;
Ew dixwaze, agirbest veguhere aştiyek mayînde.
Derbarê rêkeftineke muhtemel bi Îranê re, wî peyamek zelal şand û got:
“Min nexin zorê…
Ez peymana herî baş dixwazim.”
Li tengava hurmuzê krîz kûrtir dibe: ‘Eger pêwist be êriş bikin’
Lêbelê, aloziya li herêmê kêm nebûye.
Bi taybetî li Tengava Hurmuzê jî krîz kûrtir dibe.
Desteserkirina hin keştiyan ji aliyê Îranê ve û astengkirina trafîka deryayî bazirganiya cîhanî xistiye metirsiyê.
Di vê navberê de, Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde dike û tedbîrên tund li dijî Îranê digire.
Fermanên Trump ji Hêzên Deryayî yên Amerîkayê re ku “eger pêwîst be êrîş bikin” asta krîzê eşkere dike.
Rêveberiya Washingtonê îdia dike ku Îran li herêmê jinûve xwe komî serhev dike.
Îran: dijmin dê qels bibe
Rêberê olî yê nû yê welêt, Mujteba Xameneyî, îdiayên Amerîkayê red kir.
Xameneyî, peyamek yekîtîyê li Îranê da û got,
“Dijmin dê qels bibe.”
Amerîka 4 hezar leşkerên din dişîne Rojhilata Navîn
Di vê navberê de, hat ragihandin ku Amerîka plan dike ku di hefteyên pêş de bêhtirî 4 hezar leşker bişîne Rojhilata Navîn.
Li gorî nûçeya The Washington Postê, di çarçoveya sewqiyetê de wê koma bejayî û yekîneyên girêdayî piyaderên deryayê li herêmê bên bicih kirin.
Li Libnanê tevî agirbestê jî li ser erdê şer didome
Ji aliyekî din ve, tevî agirbestê jî, li Libnanê şer dewam dikin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan du kesên çekdar li başûr bêbandor kirine.
Di vê navberê de, Hizbullah ragihand ku ew operasyonên xwe yên li dijî Îsraîlê didomîne.
Hem çalakiyên dîplomatîk û hem jî yên leşkerî di heman demê de li herêmê dewam dikin.
Agirbest hatiye dirêjkirin… lê aştî hîn jî pir dûr xuya dike.



