Amerîka ji ber helwesta hin hevalbendên xwe yên NATO yê niha dixwaze li ser wan cezayan ferz bike.
Di serî de Spanya di radara Amerîkayê de ye.
Derxistina Spanyayê ya ji NATO’yê yek ji wan pêkanînên gengaz e.
Di nameyeke navxweyî ya Pentagonê de eşkere bû ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hin pêkanîn xistiye rojeva xwe ku li ser hevalbendên xwe yên NATO yê ferz bike.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, ev pêkanîn di asta herî bilind de tê nîqaşkirin.
Di belgeya navborî de hate ragihandin ku hin hevalbendan nexwestin ku DYA baregeh û qada wan hewayî bi kar bînin û hate gotin, vê yekê karê esasî yê NATO’yê lawaz kiriye.
Betalkirina endametiya Spanyayê ya li NATO’yê û jinûve nirxandina helwesta DYA’yê ya têkildarî serweriya Îngiliz a li ser Falkland Islands’ê ji wan pêkanînên hatine nirxandin e.
Her wiha tê nirxandin ku hevalbendên ne nêzî ahengiya wan dûrî wezîfeyên krîtîk ên li nava NATO’yê bêne hiştin.
Li gorî şert û mercên niha pêkanîna vê yekê ne pêkan e û eger bû jî ew ê derbeyek giran li ewlehiya NATO û Ewropayê be.
Bi taybet girîngiya jeopolîtîkî ya Spanya wê banodreke neyênî li NATO bike.



